Li Kendava Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de alozî

Li Kendava Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de alozî

12:47:47

 

Rojava News: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku 4 botên ewlehiyê yên Îranê li Kendava Besrayê tacîzê keştiyeke şer a Amerîkayê kiriye.

Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê got 4 botên ewlehiyê yên Îranê bi awayekî bi lez û xeternak nêzîkê keştiya şer a USS Nitzeê bûye.

Rayedarê Amerîkayî anî ziman ku wan botên ewlehiyê yên Îranê hişyar kirine lê ji wan botên Îranê 2 botan guh nedaye hişyariyê wan û bi qasî 274 mitroyan nêzîkê keştiya USS Nitzeê ya amerîkayê bûne û li ser vê yekê keştiya şer a Nitzeê rotaya xwe guherandiye.

Serokê Harekata Deryayê ya Amerîkayê Amîral John Richardson parast ku ev bûyer rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de nîşan dide.

Hat dest nîşan kirin k udi dema bûyerê de keştiya USS Nitzeê bi keştiya şer a USS Masonê re li Kendava Hurmuzê di nava sînorên navneteweyî de bû.

Keştiyên şer ên Îranê sala borî jî ceribandinên moşekan kiribûn û ew moşekên wan nêzîkê keştiyên Amerîkayê ketibûn.

Herwiha Îranê di 12ê Rêbendanê de li Kendava Besrayê nêzîkê Girava Farsî du bot û yek jê jin 10 leşkerên Amerîkayê bi hinceta ku sînorên Îranê îhllakirine, dîl girtibûn û roja paş serbest berda bûn.