Belgeyekî veşartî ya DAIŞ aşkira dibe: Fermana kuştinê

Belgeyekî veşartî ya DAIŞ aşkira dibe: Fermana kuştinê

Rojava News: Li gor belgeyekî ku ketiye destê hêzên artêşa Êraqê, grupa dewleta îslamî (DAIŞ) bi fermana emîrên xwe ku biryar dane birîndarên xwe bi destê fermandarên şer bêne kuştin.

Di wê belgeyê de ku wêneyek ketiye destê Xendanê têde hatiye ku: Jiber zêdebûna hejmara birîndaran û kêmbûna keresteyên pizîşkî li bajarê Musilê û Enbarê bo çareserkirin û dermankirina birîndaran û rizgarkirina wan ji êşa wan û tejîbûna nexweşxaneyan, pêwîste ew birîndar ji aliyê fermandarên wan ve bêne kuştinê.

Her weha di fermanê de hatiye ku eger fermandarên şer wê biryarê cî bi cî nekin ewê bêne siza kirinê û wan bi xiyanetê binav dike û sizayê wan jî dê kuştin be.