Rojava News: Hat zanîn piştî çekdarên Daişê li mîhwerê Guwêr tuşî şikestineka mezin li ser destê pêşmergeyên Kurdistanê bû, yên sax mayî berbi Mûsilê revîyane, belê dîsa ji mirinê rizgar nebûn belê ev cara li ser destê berpirsên xwe.
Rêxistina Daişê li nav Mûsilê 16 çekdarên xwe kuştin, ew jî ji ber revîna wan ji ber êrîşên hêzên pêşmerge. Her li dor rewşa Mûsilê û zincîra kuştinê ku terorîstên Daişê rojana vê zincîrê berdewam dikin, ev cara jî çar mamosta kuştin.
