10:08:46
Rojava News: Pakîstan û rêxistina tund a El Qaîdê çar dîl an li hev gohertin, ku dû ji wan keçên serokê rêxistina El Qaîdê ne.
Li gor zanyariyên çapemeneniya Pakîstanê, hikûmeta Pakîstanê keçên serokê rêxistina tund a El Qaîdê Eymen Zewahîrî yên bi navê Fatime û Umeymî û keçekî din a rêveberekî El Qaîdê ya bi navê Sumeyye Merca Salim azad kiriye.
Li hember wê destpêşxeriya hikûmeta Pakîstanê, rêxistina El Qaîdê jî kurê serokerkanê Pakîstanê yê berê Eşfeq Keyanî azad kiriye.
Artêşa Pakîstanê bi beyanameyekê red kiriye ku ew sê dîl ên El Qaîdê azad kiriye.
