12:26:12
Rojava News: Li yek ji taxên bajarê Bexdayê, teqînek bihêz pêkhat û ji ber wê yekê hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gor çapemeniya Iraqê îro 06.09.2016ê li şeqama Orzidî ya navçeya Keradê ku navanda bajarê Bexdayê ye teqînek pêkhat û ji ber wê teqînê jî 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.
Heman demê de li gor hin zanyariyan, çend deqîqeyan piştî teqînê rêxistina tund a DAIŞê teqîn li xwe girt û aşkera kiriye ku teqîn li cîhên şîeyan li taxa Keradeyê ya bajarê Bexdayê kirine armanca êrîşê.
