Fransa topxaneyekê li Iraqê cigir dike!

Fransa topxaneyekê li Iraqê cigir dike!

23:35:52

 

Rojava News: Wezîrê Berevaniya Fransa ragehand ku, bi mebesta piştevaniya artêşa Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de Fransa topxaneyek li Iraqê cigir dike.

Di dawiya civînekê de ku Akadîmiya berevaniya Fransa sazkiribû, Wezîrê Berevaniya Fransa gotarek pêşkêşkir û têde ragehand ku, di payiza vê salê de wê Fransa topxaneykê ji bo alîkariya Arêşa Iraqê cîgirbike.

Herwiha got: “Fransa niha berdewame li ser bicîkirina topxaneya xwe ji bo alîkariya artîşa Iraqê.”

Wezîrê Berevaniya Fransa gotjî: “Wek berî niha me ragehandibû piştî demek kin wê keşta firokehilgir a Şarl Dîgol bighên navçeyê ji bo piştevaniya hêzên ku lidijî DAIŞê şer dikin.”

Serokomarê Fransa di 13 Temûza borî de amaje bi wê yekê kir ku, welatî wî ji bo şerê li dijî DAIŞê, topxaneyekê û geşteya firoekhilgir a Şaril Dîgol dê bişîne Iraqê.