11:51:13
Rojava News: Wezîrê Derva yê Tirkyeyê dibêje, Ji bo paqijkirina Sûriyê ji DAIŞê operasyona Raqa û Mûsilê gelek girîng e.
Wezîrê Derva yê Tirkyeyê Mewlût Çawûşoglu li Londonê di konferanseke li ser kirîza Suriyê de axifî û diyar kir ku, DAIŞ tenê bi operasyonên asmanî xilas nabe.
Çawûşoglu amaje bi wê yekê kir ku, pêwîst e operasyoneka bejahî jî were kirin û hêzên erdî werin piştgirî kirin.
Çawûşoglu got, ji ber vê yekê operasyona Raqa û Mûsilê gelek girîng. Lewra Mûsil û Reqa bingehên Sereke yên DAÎŞê ne.
Çavûşoglu diyar kir, ev her du bajar ji DAIŞê neyên paqijkirin, DAIŞ bidawî nabe.
