CENTCOMê li dijî hedefên DAIŞê 23 êrîşên esmanî pêk anîne

CENTCOMê li dijî hedefên DAIŞê 23 êrîşên esmanî pêk anîne

10:26:52

 

Rojava News: Hêzên hevpeymaniya navdewletî ku Amerîka pêşengiya wan dike, di yekemîn roja cejnê de, li Sûriyê û Iraqê li dijî hedefên DAIŞê 23 êrîşên esmanî pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Navdewletî, (CENTCOM) di heyama 24 demjimêrên derbasbûyî de, li Sûriyê û Iraqê 23 operasyonên hewayî li dijî pêhegên DAIŞê hatine kirin.

Hate gotin ku 7 ji van êrîşan li Iraqê pêk hatine, li navçeyên nêzîkê Ramadî, Bexda, Geyare, Telefer, Sûltan Ebdulah û Mûsilê, çeper û cebilxaneyên DAIŞê û hatine armanckirin. 

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Navdewletî radigihîne ku li Sûriyê jî 16 operasyonên hewayî hatine kirin û navçeya li Şedadê, bajarê Reqa û Dêrezorê çeperên DAIŞê û bîrên petrola vê rêxistinê hatine bombebarankirin. 

 

Li gorî amarên Pentagonê ku meha borî hatibû belavkirin, ji destpêka operasyonên hewayî yên li dijî DAIŞê, wate ji Tebaxa 2014ê heta 27ê Tîrmeha 2016ê, firokeyên hevpeymanan 14 hezar û 93 caran pêgehên DAIŞê bombebaran kirine. Ji van 9 hezar û 411 li Iraqê û 4 hezar û 682yên din jî li Sûriyê hatine kirin.