08:44:18
Rojava News: Hat îdia kirin piştî ku DAİŞê li Iraq û Sûriyeyê gelek dever ji dest dan û dahatên wê yên neftê kêm bûn, ji bo ku pereyan bi dest bixe bi navbeynkariya Tirkan qaçaxtiya lebatên endamên xwe û zarokan dike.
Li gorî nûçeyeke Iraqî Newsê DAIŞ bi qasî 23 lebatên ku ji endamên xwe yên mirî an jî birîndar girtiye bi riya qaçaxçiyên Tirk firotine.
Hat diyar kirin ku saziya Tirk a navbeynkariyê dike, di heman demê de qaçaxçîtiya zarokan jî dike.
Çavkaniyekê ji Iraqî Newsê re ragihand ku lebat ji endamên DAIŞê yên li nexweşxaneyên Ninovayê tên girtin û got "di nava lebatên tên dizîn de gurçik jî hene. Piştî ku ev hatin girtin, di bin kontrolên ewlehiyê yên berfireh de sewqê nexweşxaneyeke din a li derveyî bajêr hatin kirin."
Çavkaniyê dest nîşan kir ku DAIŞê ev çalakiya dahateyên rêxistinê kêm bûn şûnde da destpê kirin û anî ziman ku zêdetirî 30 zarokan jî ji bo qaçaxçiyên Tirk hatin firotin.
