11:58:29
Rojava News: Rêveberekî nêzîk li xelîfê rêxistina tund a DAIŞê ji ber bombebarana balefirên şer ên hêzên hevpeyman li derdora Mûsilê hate kuştin.
Îro berbi serê sibê 24.09.2016ê balefirên şer ên hêzên hevpeyman karwanekî wesayîtên çekdarên DAIŞê li Mûsilê bombebaran kirin û ew bombebaran bû sedeman ku berpirsê zîndanên DAIŞê Ebu Omer bê kuştin.
Ebu Omer xelkê bajarokê Samerrayê ye ser bi parêzgeha Selahedînê ye û li gor zanyariyên çapemeniya Iraqê, yek ji kesên rêveber ê herî nêzîk Ebubekir Bexdadî bûye.
