13:08:20
Rojava News: Li Tirkiyê bajarê îzmîrê 176 penaber ku di xwestin derbasû Yûnanistanê bibin hatin desteserkirin.
Li Derya Egeyê nêzîkî navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê, di nav sê belemên cuda de,105 welatiyên Sûriyê, 66 welatiyên Efxanîstanêbi giştî 176 penaber ji hêla Hêzên Peravê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.
Penaber ber bi girava Mîdîlî ya Yûnanistanê bi rê ketibûn. Hat ragehandin, di nav penaberan de zarok jî hene.
Piştî peymana navebar Tirkiyê û Ewropayê derbasbûna penaberan ber bi Ewropayê rawestiya bû. Lê ev demeke behsa têkçûna girêbestê tê kirin û hewladan penaberan bo derbasbûna Ewropa dîsa dest pê kir.
