23:56:07
Rojava News: Çekdarên DAIŞê ew şeş zarokane ji ber beşdarî lîstoka fotbolê bûne darve kirin.
Li gor zanyariyên bi dest ketine, çekdarên DAIŞê ew şeş zarokane li navenda bajarê Mûsilê darve kirine û li ber çavê rûniştvanên herêmê darve kirine.
Piştî darve kirina wan zarokan, berpirsên DAIŞê ji rûniştvanên Mûsilê re gotine, lîstoka fotbolê di ola îslamê de herame û nabe kes bilîze.
