Erdogan ji bo operasyona Mûsilê dem diyar kir!

Erdogan ji bo operasyona Mûsilê dem diyar kir!

22:53:02

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotareke xwe de li ser şerê Mûsilê axivî û bo dema destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê dem diyar kir.

Recep Tayyip Erdogan di gotarekê xwe ya bo revenda Tirkî ya li Amerîkayê behsa şerê girtina Mûsilê kir û ragihand: “Mûsil devereke giring e, li wê derê zêdetir Ereb û ew pêkhate dijîn ku gelek piştgiriya me dikin.”

Erdogan amaje bi amadekariyên bo kontrolkirina bajarê Mûsilê û derxistina wê ji destê DAIŞê kir û got, ku rêkevtina navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Erebî bo kontrolkirina Mûsilê gelek giring e.

Erdogan herwiha dema operasyonên jî aşkere kir û da xuyakirin, ku roja 19ê Cotmeh a 2016 şerê Mûsilê dest pê bike.

Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir, ku amadekariyên bo şer tên kirin û pêwîste Tirkiye jî bo wê yekê di alarmê (amadebaşiyê) de be.

Erdogan wiha axivî:

“Dibêjin, goya 19ê Cotmeha 2016 bi hemahengî li gel hikûmeta navendî, operasyona li dijî DAIŞê li Mûsilê dest pê dike. Pêwîst e ku em di amadebaştiyê de bin. Rêkevtina navbera Pêşmerge û ereban gelek giring e.”