11:58:43
Rojava News: Rojava News: Hate îdîakirina ku hêzekî nû yên leşkerên Artêşa Tirkiyê gihiştine herêma Başîqe ya bakûrê rojhilatê Mûsilê.
Hêzekî ji Artêşa Tirkiyê ev 2 sal û nîv in, bi armanca perwerde û rahênana mîlîsên Heşda Nîştîmanî, li eniya Başîqe ya Mûsilê dimînin. Herî dawî di 4ê Kanûna 2015ê de hêzeke nû û çekên giran ji bo herêmê hatibû şandin.
Hebûna leşkerên Tirkiyê yê li herêmê, di navbera Bexda û Enqerê de bibû sedema aloziyan.
Hate gotin ku hêzeke nû bi armanca piştgiriya leşkerên tirk, gihiştine Kampa Leşkerî ya Heşda Nîştîmanî.
Herweha di derbarê wê mijarê de Fermandarê Eniya Başîqayê Hemîd Efendî nerazîbûna xwe ragihandiye û gotiye, “Ti hêzekî nû Tirkiyê nehatiye Başîqeyê.”
Fermandarê Pêşmerge diyar kir, “Em naxwazin leşkerên Tikriyê û PKK û herwiha hêzên derekî beşdarî operasyona Mûsilê bibin. Jiber ku hebûna wan dê li pêşiya rizgarkirina Mûsilê bibe astengî.”
