
Dewleta Îslamî jinek li bajarê Mûsil`ê jiber ku ew amade nebûye Cîhad ya Nîkahê digel çekdarekî Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) bike dane ber keviran û ew kuştine.
Biryara Devleta îslamî piştî wê yekê hat ku ew jin amade nebûye Cîhadê Nîkahê digel çekdarekî DAIŞ`ê yê biyanî ku xelkê Tûnis`ê ye bike.
Li gor hatiye zanîn; beriya niha jî teröristên Dewleta Îslamî ew jin zîndanî kiribûn, lê piştre Dadgeha DAIŞê biryar da ku ew jin bi tometa Zina(Bê Exlaqiyê) bê kevirbarankirin.
Li gor gotina wê çavkaniyê ew jin ji aliyê çend kesên biyanî ve ku ji wan re tê gotin DAİŞê Gerok li devera Xabat (Daristan) ya bajarê Mûsil`ê hatiye kevirbarankirin.

