11:17:36
Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bajarokek ji destê milîsên şie derxistin.
Li gorî zanyariyên berdest, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bajarokê Şergatê ku du hefte berê ketibû destê milîsên şie DAIŞê duhî dîsa bajarok kontrol kir.
Her wiha Milîsên Heşdî Şabî li hemberî êrişa rêxistina terorîst a DAIŞê şikestin û bajarokê Şergatê ku bi Selahaddinê ve girêdayî ye hate dagirkirin. Malpera Qudsî Ereb bi zimanê çavkaniyekî ewlehiyê ya Iraqê belav kir ku duhî 7ê Cotmehê 2016an terorîstên DAIŞê êrîş kirine ser başûrê bajarokê Şergatê ya parêzgeha Selahedînê û dest danîne ser awahiya qaymeqamiya bajarok.
Roja sêşema 20ê Îlona 2016an serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên Iraqê Heyder Ebadî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarokê Şergatê ragihandibû.
Rojek şûnde milîsên Heşdî Şabî û hêzên Iraqê ketibûn nava bajarokê Şergatê û bi temamî rizgar kiribûn.
