3:14:41 PM
Rojava News : Kompaniya hatûçûna asîmanî ya Qeterî ragihand ku planek wê heye da ku 100 balafirên Boyîng bi 18.6 milyar dolarî bikire.
Serokê cibcêker yê kompaniyê”Ekber El-Bakir”di civînekê bo çapemeniyê de li Waşinton got ku ev mijar girêdayî mezintirîn rekeftin di dîroka kompaniyê de ye, û armenca wê ku ew li gorî pêdiviyên firehkirina kompaniyê bin, lê ragihand ku çend astengî hene, di warê kirîna balafirên Êrbas yên Ewripî hene.
El-Bakir tekez kir ku rêkeftina ligel Boyêng wê geşepêdanê di salên bê de çê bike, lê Bakir dema radestkirina balafiran destnîşan nekir.
