Artêşa Tirkiyê daxuyani da: 88 asker mirine 152 birîndarin!

Artêşa Tirkiyê daxuyani da: 88 asker mirine 152 birîndarin!

12:28:49

 

Rojava News: Artêşa Tirkiyê ragehand, di heyama çil rojan de, 88 serbazên tirkiyê hatine kuştin û 152 sebaz jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiye bi daxuyaniyeke nivîskî ragehand ku, ji 29'ê Tebaxê ve, bi operasyon û êrişên asmanî 417 endamên PKK'ê hatine kuştin û 18 kes jî hatine girtin.

Hat ragehandin, bi operasyonên dawî, amadekariyên zivistanê yên PKK bi piranî hatine astengkirin

Hêzên Parastina Gel HPG, dabûn xuyakirin, tenê di çalakiyên Çelê û Şemzînanê yên Colemêrgê de bi sedan serbazên Tirkiyê hatine kuştin û daxuyaniyên ku artêş derbarê kuştiyên wan de radigihîne ji rastiyê dûr in.