Erdogan: Bila Ebadî hedê xwe bizane!

Erdogan: Bila Ebadî hedê xwe bizane!

00:37:21

 

Rojava News: Serokomerê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê krîza herêma Başîqayê ya Mûsilê de got, “qarina” Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ne girîng e û bila hedê xwe bizane.

Serokomerê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê beşdarî Şûraya Îslamî ya Avrasyayê bû û derheqê krîza Kampa Başîqayê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rexne kir.

Recep Tayyip Erdogan bangî Heyder Ebadî kir û got: "Qîrewîra te ji Bexdayê ne girîng e. Tu bi çiqasî bixwazî bike qarin em ê wekî xwe bikin. Tu beriya her tiştî hedê xwe bizane. Tu ne muxatebe minî û tu ne di asta min de ye jî.”

Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heger bela bi ser Iraqê û Sûriyê ve hatibe, erka çareserkirinê herî zêde dikeve li ser milê Tirkiyê. Bo vê yekê pêwîstiya me bi destûrstandinê nîne, em hizir jî nakin destûrê bistînin. Bila ev yek wiha bê zanîn.”

Erdogan anî ziman ji bo avakirina Kampa Başîqayê di dema Serokwezîrtiya Ahmet Davutoglu de wan daxwaz ji Tirkiye kiriye û şahid û belgeyêb daxwazê hene û di nava çend rojan de ev ê li ser televîzyonan werin weşandin.

 Erdogan amaje kir ku hêz hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li navçeya Minbicê ya Helebê hene û ji ber vê yekê bertek li hemberî Amerîkayê nişan da û wiha pê de çû:

“Me gotibû çênabe PYD û YPG li Minbicê bimîne. Serok bixwe ji min re got, dê nemînin. Ev der ji sedî 90-95 ereb in. Heger pêwîstî emê bi hev re wan deran paqij bikin. Çima wan derbasî wan deran dikin. Çênabe ew derbasî wan deran bibin. Soz dan me lê bicih nekirin. Niha em bixwe plana xwe birêve dibin.”