Hikûmeta Iraqê bersiva Erdogan da

Hikûmeta Iraqê bersiva Erdogan da

Rojava News: Berdevkê Buroya Serokwezîrê Iraqê Seed Hedîsî ragehand: “Daxuyaniyên beşek ji rayedarên hikûmeta Tirkiyê nakevin xizmeta berjewendiyên herdu welatên dirawsê, temaşeyî teroroê ku bûye metirsî li ser navçeyê nakin.”

Amaje bi wê yekê jî kir ku, daxuyaniyên beşek ji berpirsên Tirkiyê dikevin çarçoveya destêwerdanê di karûbarê navxweyî yê Iraqê, ev yek jî nayê qebûlkirin, herwiha gomanê derbarê niyetên Tirkiyê derbarê IRaqê li cem me çêdike, bitaybet derbarê şerê li dijî DAIŞê.

Navborî behsa wê yekê jî kir ku, dibe ku ev core daxuyaniyên Tirkiyê bibin sedema durisbûna qeyranek mezin li navçeyê û nakeve berjewendiya ti aliyekî de, heger ev daxuyanî berdewam bikin wê bandorek xirab li aramiya navçeyê bi giştî bike.

Di dawiyê de ragehand ku, gotûbêjên rasterast ligel Tirkiyê bê sûde ne, lewma em dê rû li civata navdewletî bikin û daxwaza civînek bilez ya Encûmena Asayişa Navdewletî bikin jibo li ser daxwaza Iraqê ya jibo vekişandina hêza Tirkiyê ji Başîk gotûbêjan bike.

Îro 11 Cotmehê Serokkomarê Tirkiyê ragehandibû ku ew dê hêza xwe li Iraqê bihêlin û ew dê beşdarî şerê azadkirina Mûsilê jî bibin û jibo vê yekê ew muhletê ji kesî wernagirinû got: “Bila hemû kes bizanibe em ji Iraqê venakişin, divê Ebadî jî sînorê xwe nasbike.”

Fermandeyê Heşda Eşairî Esîl Nuceyfî dibêje hêzek Tirkiyê jibo hêzên wan rahênana bike û bi rêkeftin ligel hikûmeta Iraqî li Nînowa bicîbûye, lêbelê partî û aliyê Şîe daxwaza vekişandina wê hêzê dikin.