Esaîbî Ehlê Heq ê: ‘Em ê li Mûsilê tola Îmam Husên hildin’

Esaîbî Ehlê Heq ê: ‘Em ê li Mûsilê tola Îmam Husên hildin’

13:18:43

 

Rojava News: Berpirsê grûba Esaîbî Ehlê Heq ê Iraqê Qeys Xezelî got ku ew dê di şerê Mûsilê de “tola îxaneta Kerbela û kuştina Îmam Husênê kurê Îmam Elî, hildin.”

Li bajarê Hile ya parêzgeha Babîl a Iraqê rêwresmên bîranîna Aşûre hate sazkirin. Berpirsê grûba çekdarên şîe yê bi navê Esaîbî Ehlê Heq ê Iraqê, Qeys Xezelî di rêwresmê de axaftinek kir û got, “Rizgarkirina Mûsilê dê bibe berdewamkirina dewlete wekhevî û dadperweriyê.”

Qeys Xezelî herwiha got, “Rizgarkirina Mûsilê dê bibe tola Kerbela û şehîdbûna Îmam Husên. Emê li Mûsilê vê tolê hildin. Jiber ku ew ên Îmam Husên şehîd kirin, her ew kes in îro Mûsil dagir kirine.”

Derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de jî Xezelî wiha axivî;

“Mafê Erdogan nîne ku bêje bila Heşda Şeibî beşdarê operasyona Mûsilê nebe. Em rê nadin tirk beşdarî şerê Mûsilê bibin. Em ê herin Mûsilê û li wir jî bimînin.”

Grûba Esaîbî Ehlê Heq piştî fetvaya rêberê şîe Elî Sîstanî di sala 2014ê de ji bo şerê li dijî DAIŞê hate damezrandin.

Ev grub di nava Heşda Şeibî de ye ku Heşda Şeibî jî ji 67 grûbên çekdar pêk tê. Hikûmeta Iraqê piştgiriya van gruban dike.