Fatin Hamama jiyana xwe ji dest da

Fatin Hamama jiyana xwe ji dest da

 

Rojava News: Aktera Misrî ku wek xatûna sînemaya arab an tê nasîn di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

 

Aktera Misrî  “Xatûna Sînemeya araba” Fatin Hamama piştî derbaskirina nexweşiyê, dema rakirin neweşxanê di 84 saliya xwe de jiyana xwe temamkir.

 

Hamama 1931a de li Misrê ji dayik bû, di sale 1950- 1960 û 1970a de aktera herî bi nav û deng bû di nav araban de.

 

Hamam;  di sala 1952 layengiriya darbeya ji aliyên generalên ve bi serkeşiya Muhammed Necîb û Cemal Abdul Nasir ve ku hatibû tevgerkirin kir. Lê piştî ku general bûne desthilatdar vê care jî ne  demokratikbûna “rêjima generalan” rexne kir, û ji aliyên istixbarata Misrê ve hate sûrgun kirin. Jji sala 1966 ta 1971a Ii Beyrudê û li Londonê jiyana penaberî jiyankir.

Fatin Hamama di sala 1955a de bi Omer Şerîf aktorê Misrî re zewicî, 20 sala bi hevdûre jiyankirin.

 

Filmê dawî yê Hamama di sala 1993 a de hate keşandin.