Tirkiyê bo YPGê agahdarî da

Tirkiyê bo YPGê agahdarî da

12:46:45

 

Rojava News: Cîgirê serokwezîrê Tirkî Numa Kurtulumuş di hevdîtineke xwe de ligel ajansa Anadolê ragihand ku Eger YPGê tevlî operesyona kontirolkirina Mûsilê bibe, dê aramî li Îraqê çê nabe, û kirîza Mûsilê çareser nabe.

Kurtulmuş  got: “Eger desthilata Iraqê û hevpeymaniya navdewletî bi rastî jî li hember DAIŞê şer bikira, divêya mijara destpêkê Mûsil ba”.

Wezîrê Tirk derbarê beşdarbûnaYPGê got:” “Di bin navê rizgarkirina Mûsilê de hûn PYD û YPGê bibin Mûsilê, hêzên ku ne ji xelkê wê deverê ne bibin, aştiya Iraqê pêk nayê û pirsgirêka Mûsilê jî çareser nabe.”

Tê zanîn ku pêwendiyên di nav Îraq û Tirkiyê de nexweş dibin, ji ber axaftina û êrîsên bi gotinan di nav serokatiya her du welatan di mijara hêzên Tirkî yên li ser xaka Îraqê.