13:28:22
Rojava News: Endamekî encûmena parêzgeha Nînowa aşkera kir, piştî destpêkirina operasyona Pêşmerge rewşa nav bajarê Mûsilê têkçûye.
Îro 17.10.2016ê endamê encûmena parêzgeha Nînowa Xezwan Dawudî ragihandiye ku ’’Encûmena parêzgeha Nînowa û parêzger, beyanameyek belav kirin, ku di temamê beyanameyê de hatiye destnîşan kirin ku rewşa nav bajêrê Mûsilê têkçûye û hêza DAIŞê ya şer kirinê nemaye.’
Herwaha got, îro gelek gundên mezin ên parêzgeha Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hate azadkirin û got: ’’Daxwaz li xelkê bajarê Mûsilê kiriye ku alîkarê hêzên ewlehiyê bin û piştevaniyê lê bikin’’. Herwaha got li gelek cîha xelk li dijî DAIŞê rawestaye û ji wan xwastine ku bajêr vala bikin.
