Şerê kolanan dest pê kir!

Şerê kolanan dest pê kir!

11:49:49

 

Rojava News:  Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê berdewam e û artêşa Iraqê ber bi gundên ser bi bajarokê Nemrûdê ve di pêşveçûnê de ye.

Artêşa Iraqê dixwaze gundê Ebas Receb kontrol bike û piştre ber bi herêma Selameyê ve here û xwe nêzîk bajarê Mûsilê bike.

Îro danê sibê seat 05.30ê hêzên Iraqê dest bi operasyonê kirine û niha li gundê Ebas Recebê di navbera artêşa Iraqê û çekdarên DIAŞê de şer û pevçûn heye.

Li gundê Ebas Tecebê şerê kolanan di navbera herdu aliyan de dest pê kiriye û firokeyên hevpeymaniya li dijî DAIŞê piştgirya hêzên Iraqê dikin.

DAIŞê li wan gundan tunel kolandine û bombe di hundire xaniyan de vedane. Tîmên pûçkirina teqemeniyan jî beşdarî operasyonê bûne.

Lîwa 35emîn li gund bi topan êrişî cihên DAIŞê dike lê ji ber ku di nava gund sivîl jî hene artêşa Iraqê naxwaze bi giranî êriş bike çimkî dibe ku zerar bigihêje sivîlan.

Ji aliyê din ve hêzên ewlekariya Iraqê hewl dide ber bi herêma Selameyê ve here ku 23 kîlometreyan dûrî Mûsilê ye.

Artêşa Iraqê li Eniya Geyare îro danê sibê dest bi êrişê kir û gund Zayoyêî kontrol kir û niha jî ber bi nahiyeya Hemam Elî pêşve diçe.