13:27:47
Rojava News: Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê(Pentagon) ragehand ku, çekdarên DAIŞê rê nade welatiyên bajarê Mûsilê birevin, daku, wan weke mertalên mirovî bikarbîne.
Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê(Pentagon) Jeff Davis di kongiryeke rojnamevanî de wiha got: Welatiyên sivîl li bajarê Mûsilê berî destpêkirina operasyonê ji aliyê DAIŞê hatibûn astengkirin, lewma pêla koçberiyê kêmbû.
Davis da zanîn ku, çekdarên DAIŞê welatiyên sivîl li cem xwe dihêle daku, wan weke mertalên mirovî bikar bîne.
Ji aliyê xwe ve Komsyona Bilind a penabera a ser bi Neteweyên Yekbûyî de ragehandibû ku, metrisiya wê li ser koçberan heye ku, DAIŞ çekên kîmyayî bikarbîne.
