13:39:33
Rojava News: Siyasetmedarekî Herêma Kurdistanê dibêje, li gorî agahiyan “xelîfe”yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî li Mûsilê ye.
Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî, ji ajansa Reutersê re behsa operasyona azadkirina Mûsilê kiriye û gotiye, di qonaxa yekemîn de hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê karîn serkeftinek mezin bi dest bînin û herî kêm 9 gundên mezin ji destê DAIŞê bistînin.
Zêbarî her wiha gotiye, DAIŞ şepirze bûye çimkî dizane dê ji hemû aliyan de rastî êrişê were.
Wî siyasetmedarê Kurdistanê eşkere kiriye ku agahiyên îstixbaratî nîşan didin ku xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî û pisporê çêkirina bombeyan ê DAIŞê Fewzî Elî li Mûsilê ne.
