Serokwezîrê Iraqê: Derdê Tirkiyê ne DAIŞ e!

Serokwezîrê Iraqê: Derdê Tirkiyê ne DAIŞ e!

12:36:33

 

Rojava News: Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, derdê Tirkiyê ne şerê DAIŞê ye, tenê bo berjewendiyên xwe şer dike.

Îro li paytexta Iraqê-Bexdayê, nehemîn konferansa “Hişyariya Îslamî” dest pê kir. Di konferansê de nûnerên gelek welatên îslamî bi taybet nûnerê Îranê jî beşdar in.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civînê de gotarek pêşkêş kir. Ebadî herî zêde li ser şerê DAIŞê bi taybet şerê azadkirina Mûsilê axivî û herî zêde jî Tirkiye rexne kir.

Ebadî derheqê hewlên Tirkiyê yên tevlîbûna şerê Mûsilê de diyar kir ku derdê Tirkiyê ne DAIŞ e û got, Tirkiye tenê bo berjewendiyên xwe şer dike û bo vê yekê jî derbasî bakûrê Iraqê bûye.

Serokwezîrê Iraqê anî ziman ku Tirkiye heta niha di şerê DAIŞê de alîkariya Iraqê nekiriye û got, ew dewletên ku bo sunniyên Iraqê rondikan dirijînin, dema DAIŞê bajarên sunniyan digirt, hûn li ku bûn!