Wezîrê Parastina Amerîkayê gihîşt Bexdayê

Wezîrê Parastina Amerîkayê gihîşt Bexdayê

12:39:34

 

Rojava News: Wezîrê Parastina Amerîkayê Ashton Carter îro bo çend ehvdîtinan gihîşt Bexdaya paytexta Iraqê.

Wezîrê Parastina Amerîkayê Ashton Carter 21ê Cotmehê serdana Tirkiyê kiribû.

Ashton Carter li Enqereyê piştî hevdîtinên xwe yên li gel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Fikri Işik derbarê operasyona Mûsilê de gotibû, Tirkiye û Iraqê li ser mijara operasyonê di prensîbê de lihev kirine.

Fermandarê operasyona hevbeş a Iraqê jî red kir ku di prensibê de rêkeftineke bi Tirkiye re kiribin.