Brett Macgork: Me behsa dabeşkirina Mûslê bo ser 8 navçeyan kir

Brett Macgork: Me behsa dabeşkirina Mûslê bo ser 8 navçeyan kir

10:02:21

 

Rojava News: Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê ragehand ku, wan hejmarek ji hevdîtinên girîng û bisûd ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêkanîne.

Îro 23 Cotmehê, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê lidijî DAIŞê Brett Macgork di kongireyekî rojnamevanî de li Hewlêrê ragehand ku, hêzên hevpeymanan dê berdewam piştevaniya Pêşmerge bikin, di şerê lidijî DAIŞê de û şerê azadkirina Mûsilê.

Derbarê serdana wî bo birîndarên Pêşmerge Brett Macgork got: “Şerefekî mezin bû ku ez birîndarên Pêşmerge bibînim.” Herwiha tekez kir û got: “Me ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çend civînên girîng û bi sûd pêkanîn, me behsa dabeşkirina Mûsilê bo 8 nevçeyan kir.”