11:14:32
Rojava News: Parlamenterê Mûsilê İntisar El Cuburi ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê li Mûsilê 200 sivîlên ku di şerê rizgarkirina Mûsilê de nexwestine çekan hilgirin kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê ku dispêre Parlamenterê Mûsilê İntisar El Cuburi, rêxistina terorîst a DAIŞê li Mûsilê 200 sivîlên ku di çarçoveya şerê rizgarkirina Mûsilê de nexwestine çekan hilgirin û alîkariya DAIŞê bikin hatine kuştin.
İntisqr El Cubur idi axaftina xwe de gotiye: "Li gorî zanyariyên ku hatine berdestê me, rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Mûsilê di nava çend rojên borî de 200 sivîlên ku nexwestine tevlî rêxistinê bibin û çekan hilgirin hatine kuştin."
Li gorî daxuyaniya Cuburi kuştina sivîlan li çend herêmên Mûsilê pêk hatine û cenazeyên sivîlên kuştî jî nedane malbatên wan.
