Rohanî: Beşdariya Tirkiyê gaveke metirsîdar e

Rohanî: Beşdariya Tirkiyê gaveke metirsîdar e

12:03:47

 

Rojava News: Serokomarê Îranê Hesen Rohanî rexneyên tund li Tirkiyê digre, li hember egerên beşdarîbûna artêşa wî welatî di operasyona Mûsilê de û bi metirsîdar binav dike.

Rohanî di civînekê li gel parêzgehên naverasta Îranê re ragihand, ku kanala fermî ya Îranê ew belav kir, ku beşdarîkirina Tirkiyê di operasyona Mûsilê de, çi bi hêzên asmanî, yan jî bejayî, bê wergirtina moletê ji hikûmeta Iraqê, derbaskirina serweriya xaka Iraqê ye û gaveke metirsîdar e.

Ew jî, di demekê de ye, di van dawiyan de Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kiriye, hêzên xwe ji bakûrê Mûsilê vekşîne. Lê Tirkiye rijd e, li ser mana hêzên xwe û beşdarîkirinê di operasyona Mûsilê de.

Berî du rojan jî hatibû ragihandin ku, Enqere bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re rêkeftiye, ku beşdariyê di wê operasyonê de bike. Ji bo wê yekê jî, 4 firokeyên wan li nav hêzên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bicîh bûne.