Devlet Bahçelî: Valakirina Başîkê tê wateya valakirina Colemêrgê!

Devlet Bahçelî: Valakirina Başîkê tê wateya valakirina Colemêrgê!

 

 

12:39:19Rojava News: Serokê Partiya Bizava Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî dibêje, eger Tirkiye ji Başîkayê vekişê tê wê wateyê ku ji Colemêrgê vekişyabe!

Serokê MHPê Devlet Bahçelî, di civîna firaksiyona partiya xwe de gotarek pêşkêş kir. Bahçelî behsa hebûna serbazên Tirkiyê li devera Başîkê û hewlên Tirkiyê bo tevîbûna şerê Mûsilê jî kir û got, divê Tirkiye li wir bimîne û tevlî operasyona Mûsilê jî bibe.

Devlet Bahçelî di bersiva hikûmeta Iraqê de, ku daxwaz ji Tirkiyê kiriye ji Başîkê derkeve, jî got, eger Tirkiye ji Başîkê vekişe tê wê wateyê ku ji Colemêrgê vekişyabe!