09:55:41
Rojava News: Endamekî rêxistina Heşdî Şeibî ya ku îro dest bi operasyona Tilefera Mûsilê kiriye ragihand ku ji bo herêmê ji DAIŞê paqij bikin û derxin, dibe neçar bimînin têkevin nava axa Sûriyeyê.
Rojnameya Tirkî Hurriyetê di nûçeyeke xwe de ragihand ku Serokê Heyeta Heşdî Şeibî Falih Feyad li sempozyûma "Kêşeyên Ewlekariyê piştî Rizgarkirina Mûsilê" axivî û diyar kir ku bipêşveçûn di operasyona Mûsilê de heye û wiha dewam kir: "Hêzên Ewlekariya Iraqê gundên derdora Mûsilê kontrol dikin. Bipêşveçûnên berbiçav di operasyonê de hatine bidestxistin û hindik maye ku bigihêjin navenda bajarî."
Herwiha rayedarê Heşdî Şeibî diyar kir ku sînorekî dirêj di navbera Iraq û Sûriyeyê de heye û wiha got: "Erdên Sûriye û Iraqê di nav hev de ne. Dibe ku piştî em Mûsilê rizgar bikin, em neçar bimînin têkevin nav axa Sûriyeyê."
Ji aliyê din ve, derbarê beşdarbûna PKKê di operasyonê Mûsilê de jî, Feyad teqez kir ku PKK tev li operasyonê nebûye û ew ê destûra beşdarbûnê nestîne jî û got ku Îran alî Iraqê di şerê li dijî DAIŞê dike û encex ew rêxist li Iraqê têk biçe.
Heşdî Şeibiya ku Tirkiyey3e qebûl nedikir beşdarî operasyona Mûsilê bibe, vê sibehê operasyon li dijî Tileferê da destpêkirin.
