10:10:04
Rojava News: Çekdarên rêxistina terorîstî DAIŞ′ê malbatên xwe ji Mûsilê veduguhêzin parêzgeha Reqa ya Sûriyê.
Li gorî zanyariyên hatine girtin; çeteyên DAIŞ′ê malbatên xwe ji bajarê Mûsilê yê Iraqê derdixin, girûp girûp rêdikin xaka Sûriyeyê û li parêzgeha Reqayê bi cih dikin.
Hat zanîn girûpek ji 150 malbatên DAIŞ′ê û zarokên sêwî yê çekdarê rêxistinê ku mirine ji bajarê Mûsilê derketine û ber bi bajarê Dêrezorê ve çûne û dê derbasî parêzgeha Reqayê bibin.
