11:30:18
Rojava News:Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi tundî li hember hewlên Tirkiyê bo tevlîbûna şerê Mûsilê da û got, eger Tirkiye êrişî Iraqê bike dê parçe bibe!
Alozî û kirîza navbera Bexda û Enqerê derheqê şerê azadkirina Mûsilê de her ku diçe kûrtir dibe.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh li Bexdayê bersiva daxuyanî û tehdîdên rayedarên Tirkiyê da û ragihand, heta niha jî metirsiya êrişa Tirkiyê li dijî Iraqê maye.
Heyder Ebadî her wiha got, lê eger Tirkiye êrişî Iraqê bike dê parçe bibe. Helbet em naxwazin bi Tirkiyê re şer bikin lê eger ew li şer digerin em hazir in!
Serokwezîrê Tirkiyê bersiva tehdîdên serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku ji ber bajarê Til Eferê li Heşda Şeibî kiribû, jî da û got, em ji hemû welatekî din li hember ewlehiya bajarê Til Eferê hestiyar in. Ji ber wê jî bila Tirkiye xwe tevlî karên me neke. Ma em xwe tevlî karên Tirkiyê dikin?!
