Fermandeyê Hêzên Firqeya Zerînî Cihê ‘Xelifeyê’ DAIŞê diyar kir

Fermandeyê Hêzên Firqeya Zerînî Cihê ‘Xelifeyê’ DAIŞê diyar kir

10:17:33

 

Rojava News: Fermandeyê Hêzên Firqeya Zerînî ya Artêşa Iraqê Fazil Berwarî got, Serokê rêxistina DAIŞê Ebûbekîr el-Bexdadî ne li Mûsilê ye.

Fermandeyê Hêzên Firqeya Zerînî ya Artêşa Iraqê Fazil Berwarî piştî kontrolkirina taxa Gogcelî ya Mûsilê daxuyanî da û got: “Bexdadî bixwe li herêma rojavayê başûrê Mûsilê şerê milîsên şei yên Heşda Şeibî dikin.”

Fazil Berwarî diyar kir Bexdadî ne li navenda Mûsilê ye û wiha domand: “Fermandariya çekdarên li Beacê yan Telaferê dike. Karê wî yê Mûsilê kesekî din rêve dibe.”

Şerê Gogcelî dijwa bû. Di encama şerê dijwar de çend çekdar hatin kuştin û herî kêm 8 çekdarên rêxistinê bi sax ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin girtin. Herwiha Rûdawê jî dîmenên girtina 2 DAIŞiyan tomar kir.

Piştî kontrolkirina taxa Gogcelî welatî derketin kolanan û kêfxweşiya her çi qasî diyar kiribin jî metirsiya wan hêj xuya dibe.

Piştî kontrolkirina Taxa Gogcelî ya bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên Artêşa Iraqê ve, xelkên sivîl ên vê taxê malên xwe bi cih dihêlin û berê xwe didin bajarokê Bertile, ku ji aliyê Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge ve hatiye kontrolkirin.

Welatiyên sivîl hewl didin xwe bigihînin cihên ewleh ên di bin kontrola Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge de, da ku canê xwe ji metirsiya pevçûnan biparêzin.