Pentagon: Me serekekî El Qaîde yê xelkê Tirkî kuşt

Pentagon: Me serekekî El Qaîde yê xelkê Tirkî kuşt

10:32:39

 

Rojava News: Berdevkê Pentagonê Mîralay Jeff Davis got rayedarekî payebilind ê El Qaîdeyê ku Tirkiye jî di nav de li hemberî welatên Rojava amadehiya êrîşê dikir, meha borî li Sûriyeyê di operasyona hewayî de hat kuştin.

Davis li Pentagonê di civîna çapemeniyê de anî ziman ku navê wî rayedarî Heyder Kirkan bû û diyar kir ku ew êrîşa NHByê di 17ê Cotmehê de li Idlibê hat pêk anîn.

Mîralay Davis dest nîşan kir ku ji bo piştgiriya komên Şîa yên li Iraqê tu planê Washingtonê tune ye û da zanîn ku ger Bexda bipejirîne jî wê dîsa ji aliyê artêşa Amerîkayê ve piştgiriya wan neyê kirin.

Davis got, "Yên ku kontrolên ewlehiyê derbas bikin wê karibin piştgiriya me bigirin lê ji xetnî vê komê." Berdevkê Pentagonê piştrast kir ku milîsên Şîa ji aliyê başûrê Mûsilê ve ber bi Tilaferê birê ketine û got, "Vêga hîn mesafe heye ku bigihêjin Tilefarê."