Amerîka: Guhertinek di pilana operasyona Misûlê de nayê kirin.

Amerîka: Guhertinek di pilana operasyona Misûlê de nayê kirin.

10:19:12

 

 

Rojava News: Piştî belavbûna tomara dengî ya Ebûbekir Bexdadî ku wek kesê yekê  yê rêxistina DAIŞê tê zanîn, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka bo cara yekê aşkere dike ku ti qîmet û bandora wê tomarê tine.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner, di kongireyek rojnamevanî de, amaje bi wê tomara dengî kir u got, heta niha rastî û duristiya wê tomarê nehatiye piştrastkirin.

Mark Toner diyar kir ku ne ew tomar û ne ti tomarên din nikare bandore li ser bûyeran bi taybet operasyona Mûsilê bike û got, ti guhertinek di pilana operasyonê de nayê kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê behsa wê jî kir ku pêşvecûn bo nav bajarê Mûsilê berdewam in û got, piştî Mûsilê emê berê xwe bidin Reqayê û li wir şerê DAIŞê bikin.    

Ebûbekir Bexdadî di tomara dengî de ferman dabû çekdarên xwe ku ji cihê paşde venekişin û heta mirinê şer bikin.