Fermandarekî DAIŞê serjêkirî hat dîtin!

Fermandarekî DAIŞê serjêkirî hat dîtin!

 

 

Rojava News: Balafirên şer ên hêzên hevpeyman li mêvanxaneya DAIŞê li bajarê Hewîcê dan, di encamê de gelek çekdar hatin kuştin. Hat gotin ku mezinekî DAIŞê serjêkirî hatiye dîtin.

Çavkaniyekî agahdar ji BasNewsê re got, îro li kêleka gundê Rizayê li başûrê Kerkûkê, çekdarekî DAIŞê kuştî hatiye dîtin.

Wî jêderî da zanîn ku serê wî çekdarê DAIŞê ku tê gotin emîndarê gundê Riyazê bûye, hatibû jêkirin û li ser sînga wî hatibû danîn.

Li gorî agahiyên wî çavkaniyê BasNewsê, balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî îro li mêvanxaneya DAIŞê li bajarê Hewîcê dan, di encamê de 18 çekdar hatin kuştin.