10:50:08
Rojava News: Berdevkê serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand, ew nahêlin PKK Şingalê bike Qendîla duyemîn.
Îbrahîm Kalin derheqê operasyona Mertala Firatê de axivî û ragihand, hêzên opozîsyona Sûriyê niha tenê 2-3 km dûrî bajarê El Bab in û got, niha derdora bajêr tê paqijkirin, piştî ku operasyona paqijkirinê xilas bû dê derbasî nav El Babê bibin.
Berdevkê Erdogan derheqê hebûna hêzên PKKê li devera Şingalê ya Kurdistana Başûr de jî axivî û got, Şingal ji aliyê hêzên Pêşmerge û bi fermandehiya Mesûd Barzanî ji DAIŞê hat paqijkirin. Metirsiya DAIŞê nemaye lê PKKê dixwaze êzîdiyan ji xwe re bike mertal û xwe li wir bicîh bike. Em ti carî nahêlin PKK wê derê bike Qendîla duyemîn. Eger tiştekî wisa were kirin emê tedbîrên pêwîst û gavên pêwîst bavêjin.
