11:39:28
Rojava News Çekdarên rêxistina tund ên DAIŞê du zanayên olî yên îslamî li bajarê Mûsilê serjêkirin.
Çapemeniya Iraqê li ser zimanê çavkaniyekî li bajarê Mûsilê aşkera kirin ku, ew du zanayên olî sofî bûne û bi tometa kafirbûnê û vegera wan a ji îslamê vegeriyane û çekdarên DAIŞê li taxekî bajarê Mûsilê li pêş xelkê ew serjêkirine.
Li gor heman çavkaniyê, yek ji wan zanayane temênê wî 95 salî bûye.
Çend rojên borî, ew çekdarên tund ên ku li çola Sînayê li Misirê ne û bîat bi DAIŞê anîne, pîremêrekî temenê xwe 100 salî bi tometa kafirbûnê serjêkiribûn.
Ji ber operasyona rizgarkirina Mûsilê çekdarên DAIŞê pir şepirze bûne û gumana dijatiya herkesekê bikin, bi tometa kafirbûnê dikûjin.
