Tirkiya fermana girtina Salih Muslim da!

Tirkiya fermana girtina Salih Muslim da!

12:04:10

 

Rojava News: Dadgeha tirkî îro Sibehê fermana girtina 48 kesî da, yek ji wan hevserokê Partiya Yekîtiya Demoqrat PYDê “Salih Muslim”e.

Ajansa Anadol ragihand ku dadgeha Şesan li paytexta Tirkiyê fermana girtina wan kesan da bi tewana beşdarbûna wan di teqîna Enqerê de.

Heman ajansê diyar kirk u ew kesên fermana girtina wan hat dan (Zibêr Aydar, Remzî Karta) her du serkirdeyên PKKê li Ewripa û herweha (Cemîl Bayiq û Murad Qereyelan) serkirdeyên PKKê li Qendîlê.

Dadgehê ragihand ku ew biryar li gorî zaniyariyên vekolînan derketin, ku tekez kirin ev kes beşdarî operesyona teqînê bûne.