Mûsil: DAIŞê 32 kes bi hevre bi hinceta sîxurtî kuşt!

Mûsil: DAIŞê 32 kes bi hevre bi hinceta sîxurtî kuşt!

Rojava News: Li bajarê Mûsilê, 32 welatiyên, bi hêceta ku casûsî kirine, ji aliyê DAIŞê ve hatin komkujkirin.

Fermandeyê polîsên federal ên Iraqê Siltan Hemûdat El Izî di daxuyaniyekê de ragihand ku çekdarên DAIŞê duh bi şev li rojhilatê Mûsilê li taxên Ezka, Mesarif, Zihûr û Camîe yên bajêr êrişî malên xelkê kirin û gelek kes girtin.

Siltan Hemudar El Izî derheqê bûyerê de got, agahî ji me re hat ku DAIŞiyan wê şevê 32 kes girtine û birine cihekî û hemû kuştine. Wî rayedarê polîsê Iraqê da zanîn ku ew sivîl bi hêceta casûsiyê hatine kuştin.

Fermandayê hêzên polîsên federal a Iraqê herwiha destnîşan kir ku çekdarên DAIŞê li herêmên di bin kontrola xwe de gefê li sivîlan dixwin da ku agahiyan nedin hêzên ewlehiyê.