12:56:21
Rojava News: Siyasetmedarek Iraqê radigehîne ku beşdarbûna milîsên Heşdî şeibî ya di operasyona rizgarkarina Mûsilê û ava nekirina herêmekê bo sunneyan dê Iraqê dabeş bike.
Siyasetmedar û bazirganê sunne yê Iraqê Xemîs Xencer ragehand, Heşdî Şeibî ji aliyê Îranê û hikûmeta Iraqê ve wek destê şîe ye piştevanî lê tê kirin.
Naveroka axaftinên Xemîs Xencer ji aliyê ajansa Ruetersê ve hatiye belav kirin û amaje bi vê yekê dike ku, pêwîste parastina Mûsilê bi hêza zîrevanên Nînowa û artêşa Iraqê re bê dayîn.
Zîrevanên Nînowa ji sê hezar çekdarên sunne yên xelkê parêzgeha Nînowa pêkhatiye û parêzgerê berê yê Nînowayê Esîl Nuceyfî fermandariya wê dike û Xemîs Xencer jî piştevaniya darayî lê dike.
Ew siyasetmedar dibêje pêvajoyekî metirs piştî dawî anîna bi DAIŞê destpê dike û eger Amerîka û hikûmeta Iraqê rê li zilmê negrin ku li ser sunneyan tê kirin li Mûsilê rewş wê pir xirab be.
Li gor Xemîs Xencer, ketina Heşdî Şeibî ya bo nav Mûsilê encamekî karesat wê li gel xwe bîne û paşeroja yekpare ya Iraqê dê bixe metirsiyê û ew welat dê dabeş bibe.
Xemîs Xencer ragehand, tu rêyek tuneye, dervey dabeşkirina Iraqê ya sê herêman û wek kurd, sunne û şîe rêya herî raste, eger na dê Iraq dabeş bibe.
