Li Edenê felaketa mezin: Gelek xwendekar şewitîn

Li Edenê felaketa mezin: Gelek xwendekar şewitîn

 

Rojava News: Li navçeya bajarê Edenê Aladagê li cihê ku xwendekar lê dimînin şewat derket. Hejmara mirî û birîndan zêde dibe. Li bajarê Edenê navçeya Aladag li cihê ku avahiya ku xwendekarên keç lê dimînin li dor demjimêr 19:30an şewat derket. Hejmara mirî û birîndaran kêlî bi kêlî diguhere.

Tîmên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê û rizgarkirina xwendekaran bi hawarê ve çûn. Ajansa Nûçeyan a Dogan ragihand ku 8 xwendekaran di şewatê de can dane.

Hat ragihandin, şewat li avahiya xwendekarên keç ya li taxa Sînanpaşayê rû daye ku ji nişkave agir li avahiyê pêçaye. Gelek tîmên agirkujiyê xwe gihandin cihê bûyerê û xwendekaran jî ji bo canê xwe rizgar bikin di pencereyên avahiyê de xwe avêtin.  Xwendekarên ku ji şewatê hatin rizgarkirin li nexweşxaneyên Edenê dest bi tedawiya wan hat kirin.

Waliyê Edenê Mahmut Demirtaş li ser şewatê di daxuyaniya ewil de ragihand ku 13 xwendekar birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê, lê kesî jiyana xwe ji dest nedaye. Waliyê Edenê derengiya şevê daxuyakirin ku hejmara miriyên şewata Edenê bûye 12 kes û 22 xwendekarên birîndar jî li nexweşxaneyan e. 

Li gor daxuyaniya walî ji 12 kesên can dane 11 jê xwendekar in 1 kes jî karmendeke avahiya xwendekaran e. Walî Demirtaş diyar kir ku ew guman dikin şewat ji kontaka elektrîkê pêk hatiye.

Şaredarê Aladagê Mustafa Akgedîk jî li ser şewatê daxuyakirin, hin gotegot li ser xwendekarên asê mane hene, lê me windabûna 3 xwendekaran di nav şewatê de piştrast nekriye. Midurê Îtfaîyê (agirkujiyê) Nîhat Sarraf jî da zanîn ku şewat hatiye temirandin û her tişt di bin kontrolê de ye.