23 taxên bajarê Mûsilê hatin kontrolkirin!

23 taxên bajarê Mûsilê hatin kontrolkirin!

 

 

Rojava News: Li gor şaneya ragehandina şer a wezareta berevaniya Iraqê, ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê ve heta naha, li rojhilatê Mûsilê 23 tax bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê hatine rizgar kirin.

Şaneya ragehandina şer a Iraqê, ji çapemeniya Iraqê de daxuyaniyek belav kir û amaje bi vê yekê kir ku heta naha hejmara taxên ku hatine kontrol kirin bi temamî geheştiye 23 taxan û naha pirojeya paqijkirina ji mayîn û bombeyên hatî çandin û paşmayên teqemeniyan tê kirin.

Şaneya ragehandina şer diyar kir, naha taxên Zihur û Bekir jî bi temamî hatine kontrol kirin û li eniya rojava jî gundên Botê û Salihiyê ji aliyê Heşdî Şeibî ve hatiye kontrol kirin.