Heşdî Şeibî bo şerê Yemenê çekdarên Iraqê kirê digre!

Heşdî Şeibî bo şerê Yemenê çekdarên Iraqê kirê digre!

13:39:34

 

Rojava News: Rojnameya Financial Times a Amerîkayê belav kir, Heşdî Şeibî ya Iraqê, bo beşdarî şerê Yemenê bibin û alîkarî bidin Husiyan, hemwelatiyên Iraqê bi kirê digre û rêdike Yemenê.

Herwaha rojname çavkaniya xwe wek çend kesên xelkê Besrayê diyar dike û ew kesane dibêjin: ‘’Naha bo Iraqiyan sedemên aborî li pêş sedemên îdeolojikin.’’ Li gor wan kesane ku dibêjin: ‘’Ew kesên li Yemenê beşdarî şer dibin, mehane 1500 dolar pare didin wan.’’

Heman demê de rêberê rewta Sedir Muqteda El Sedir daxwaz kiriye, pêdaçûnek li ser yasaya bi fermî nasandina çekdarên Heşdî Şeibî de bê kirin. ji bo vê yekê jî şandeyeke rewta Sedir li gel serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm û serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî civiya ye û çend pêşneyarek li ser vê babetê bi nivîskî pêşkeş kirine.’’ 

Li gor vê raportê, armanca pêşneyarên rewta Sedir, ji holê rakirina astengiyên li ser rêya armancên pêkhatina Heşdî Şeibî ye.