12:12:50
Rojava News: Serkirdayetiya rêxistina DAIŞê li Iraqê daxwaz ji serkirdeyên rêxistinê li bajarê Reqayê yê Sûriyê kir ku, bi armanca civînekê werin Iraqê.
Derbarê vê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, serkirdayetiya DAIŞê daxwaz ji hemû serkirdeyên xwe yên leşkerî û ewlehî li bajarê Reqayê di nav de jî serkirdeyê Ceyş El-Şam û serkirdeyê Wilayeta Reqayê bo civînekê werin Iraqê.
Rewangehê da zanîn ku, civîna serkirdayetiya DAIŞê li Iraqê bi armanca guhertina serkirdeyê wê Ebo Bekir Bexdadî ye.
Berî niha Rewanga sûrî ya Mafên Mirovan kuştina hejmarek serkirdeyên DAIŞê di operasyonên Hevpeyamniya Navdewletî de ragehandibû, ji wan jî Ebo Umer El-Şîşanî, Ebo El-Hecai û Ebo Usama El-Iraqî, herwiha hin serkirdeyên din li Reqayê.
