13:22:25
Rojava News: Du xortên Iraqî, ku destê wan ê rastê ji aliyê DAIŞê ve hatiye jêkirin, vîdyoya jêkirina destê xwe li ba xwe hildane û navê wê jî kirine “bîrhatinên tal”.
Çekdarên DAIŞê çi nemaye neanîne serê mirovan. Ji serjêkirinê heta destjêkirinê, ji şewitandinê heta komkujkirinê û gelek hovîtiyên din.
Bi destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê re, bi hezaran xelkê wê deverê berê xwe dan deverên di bin destê Pêşmerge de û li kampên koçberan bicîh bûn. Di nav wan koçberan de du xort hebûn ku destê wan ê rastê hatibû jêkirin. Her du xort jî birayên hev in.
Wan xortan çîroka jêkirina destê xwe ji aliyê DAIŞê ve ji televîzyona K24 re vegotin û dan zanîn ku bi hêceta dizîkirin, DAIŞê destê wan ê rast qut kir.
Wan xortan, ku xelkê bajarokê Nemrûd li başûr Mûsilê ne, vîdyoya jêkirina destê xwe, ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye kişandin û belavkirin, li ba xwe hildane û navê wê jî kirine “bîrhatinên tal”.
